Hezîran 30, 2022 09:42 Asia/Tehran
  • Reîsî: Em bi Rûsyayê re di çarçoveya têkiliyeke stratejîk de hevkarî û peywendiyan dimeşînin

Serokomarê Îranê bi gotina vê yekê ku Îran di çarçoveya peywendiyên stratejî de bi Rûsiyê re peywendiyan dişopîne, got: Pêwendiyên her du welatan di warê hevkariyên bazirganî û enerjiyê de di asteke bilind de ne û hîn jî ji bo berfirehkirina peywendiyan potansiyeleke mezin heye.

Li gorî rapora IRNA`yê, Ayetullah Seyd Îbrahîm Reîsî êvara çarşemê li beşa dawî ya planên sefera xwe ya Turkmenistanê li hevdîtina bi Vladimîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê re got: Piştî serdana min bo Rûsiya, çendîn serdanên dualî ji aliyê berpirsên pêwendîdar ve bi mebesta şopandina rêkeftinên di navbera her du welatan de hatine kirin û proseya cîbicîkirina wan rêkeftinan bi lez û bez birêve diçe.

Serokomarê Îranê di berdewamiya axaftinên xwe de bal kişand ser pêwîstiya her du welatan ji bo bihêzkirina korîdora Bakur-Başûr û got: Îran û Rûsiyê ji bo hevkariyê di warê enerjiyê de ji wan jî swap`ê şiyanên baş hene.

Ayetullah Raîsî her wiha bal kişand ser vê yekê ku divê mekanîzmayên pêwîst ji bo xurtkirina peywendiyên bankî û diravî yên navbera Îran û Rûsiyê bi awayekî rêkûpêk bên xurtkirin û got: Danûstandinên darayî di navbera her du welatan de divê di çarçoveyek serbixwe ji sîstema danûstendinên darayî yên rojavayî de berfirehtir bibe, da ku tu welatek bandorê li ser neke û zorê neyne ser wê.

Serokomarê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî di vê hevdîtina xwe de keyfxweşiya xwe ji derfta çêbûyç ya rûniştina bi serokomarê Îranê re diyar kir û got: Di mehên dawî de qebareya têkiliyên bazirganî û aborî yên her du welatan bi awayekî baş zêde bûye û divê ev rê berdewam bike.

Pûtîn her wiha pêşwaziya pêşniyara serokomarê Îranê ya ji bo zêdekirina hevkariyên her du welatan di warê enerjiyê û ji wan swap`ê kir.

Serokomarê Rûsyayê ji Ayetullah Reîsî xwest ku silavên germ ên wî bigihîne rêberê giranqedr ê Înqilabê Hz. ayetullah Xamineyî.

Reîsî roja Çarşemê danê sibê li ser vexwendina Serdar Mihemed Berdiyev Serokomarê Tirkimenistanê di serokatiya şandeke pilebilind de çû vî welatî û li balafirgeha Aşqabatê ji aliyê Reşîd Murdov serokê civata wezîrên tirkmenistanê ve hat pêşwazîkirin

Serepeyv