Hezîran 30, 2022 08:50 Asia/Tehran
  • Rapora Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê li ser pêvajoya muzakereyên ji bo rakirina dorpêçan

Peyvdarê wezareta derve ya Îranê got: Danûstandinên serekî yên Îranê digel cîgirê berpirsê sîyaseta derve ya YEyê bo berdewamîya gotûbêjên rakirina dorpêçan li Duhaya Qeterê berdewam in.

Gera heştem a danûstandinên Viyenê derbarê rakirina dorpêçên zordarane li ser Îranê ku di 27ê Kanûna 2021an de dest pê kiribû, li ser pêşniyara berpirsê siyaseta derve yê Yekîtiya Ewropayê Joseph Borrell, di 11ê Adara 2022an de, kete dewra bêhnvedanê û şandên muzakireyê vegeriyan paytextên xwe ji bo şêwirên siyasî.

Gotûbêj ji wê demê ve ji ber cidî nebûne Amerîkayê ya ji bo qerebûkirina kiryarên neqanûnî yên li dijî Îranê û Rêkeftina Navokî rawestiyane, lê piştî serdana vê dawiyê ya berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê bo Tehranê û civîna wî bi berpirsên pilebilind ên Îranê re hat ragihandin, li gorî biryara Îran û Amerîkayê, danûstandinên bi armanca rakirina dorpêçan dê rojên Sêşem û Çarşemê li Duhaya paytexta Qeterê ji nû ve dest pê bikin.

Her bi vê mebestê, “Elî Baqirî Kenî” berpirsê danûstandinan ê Komara Îslamî ya Îranê, roja sêşemiyê ji bo ji nû ve destpêkirina gotûbêjan, sefera Dohayê kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Nasir Kenaanî berdevkê nû yê wezareta karên derve ya Îranê êvara çarşemiyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê amaje bi rakirina dorpêçan li Duhaya paytexta Qeterê kir û nivîsî: Piştî hevdîtinên li ser rakirina sizayan, bi navbeynkariya Enrique Mora, Cîgirê berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê, rojên Sêşem û Çarşemê li Duhayê gotûbêjên berfireh hatin kirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê: Têbînî û pêşniyarên pratîkî yên Îranê derbarê mijarên mayî de hatin diyar kirin û aliyê din jî nêrînên xwe pêşkêş kirin.

Kenaanî her wiha got: "Weke her carê dê Baqirî û Mora derbarê berdewamiya rê û qonaxa bê ya gotûbêjan de bi hev re biaxivin."

Serepeyv