Civîna wezîrên derve yên welatên dorhêla deryaya Xezerê
Civîna wezîrên derve yên welatên dorhêla deryaya Xezerê li Aşgabata paytexta Turkmenistanê dest pê kir.
Li gor nûçeya Ajansa Radyo û Televîzyona Îranê; Ev civînê piştî nîvroya îro sêşemê bi amadebûna wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê û wezîrên karên derve yên Rûsiyê, Qezaqistanê, Komara Azerbaycanê û Tirkmenistanê dest pê kir.
Piştî îmzekirina konvansiyonê, ji bo lêkolînkirina berûlayên cûrbecûr ên hevkariyê li Deryaya Xezerê û bi girîng nirxandina xebatên li ser amadekirina pêşnûmeya rêketina li ser xetên bingehîn, "Koma Xebatê ya Rayedarên Asta Bilind ên li ser Pirsgirêkên Deryaya Xezerê" hat avakirin.
Biryar e sibê Çarşemê bi beşdariya serokên her 5 welatên deryaya Xezerê, şeşemîn civîna bilind a welatên deryaya Xezerê li Aşqabatê were lidarxistin.
Komara Îslamî ya Îran, Rûsya, Qazaxistan, Komara Azerbaycan û Turkmenistan pênc welatên dorhêla deryaya Xezerê ne .