Hezîran 28, 2022 11:03 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Rêkeftin maye ser realîzma Amerîka û sê welatên Ewropayê

Wezîrê karên derve yê Îranê li hevdîtina tev Mevlût Çavuşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê hêvî xwest ku gera nû ya gotûbêjan li ser rakirina dorpêçan bi saya rastbîniya Amerîka û sê welatên ewropî, bibe sedema lihevkirina digel .

Li gorî rapora IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan roja duşemê li civîna çapemeniyê ya hevpar digel Çavuşoglu destnîşan kir ku wî di hevdîtina xwe ya digel Çavuşoglu de bi zelalî hesasiyet û bîrûbaweriyên Îranê li bara Rejîma Siyonîst û tevgerên vê rejîmê ragihand û got: Hêvîdar im di gera nû ya gotûbêjên Îran û aliyên din de, bi şertê reftarên realîst ên Amerîka û her sê welatên Ewropayê, lihevkirinek pêk were.

Derbarê hevdîtinên Viyenê de Emîr-Ebdullahiyan got:  Min ji Çavuşoglu re behsa serdana Borrell bo Tehranê û rêkeftina berdewamkirina danûstandinên li ser rakirina sizayan kir.

Emîr-Ebdullahiyan her wiha got: Di çarçoveya siyaseta cîrantiyê ya Komara Îslamî ya Îranê de, geşepêdan, kûrkirin û bihêzkirina peywendiyên Îran û Tirkiyê di rojeva cidî ya Tehranê de ye.

Derbarê berfirekirina peywendiyên ticarî li gel Tirkiyê, Emîr-Ebdullahiyan got: Di demek nêzîk de serokê komîsyona hevbeş a aborî ya her du welatan û cîgirê dîplomasiya Îranê dê bi mebesta şopandina rêkeftinên her du welatan di warê navborî de biçe Tirkiyê. "

Wezîrê Derve yê Îranê ji ber pêşwaziya germ û mêhvandariya Çavuşoglu spasiya wî kir û got: Komara Îslamî ya Îranê ewlehiya Tirkiyê wek ewlehiya xwe dibîne.

Emîr-Ebdullahiyan li ser mijarên jîngehê û toz û gemariyê jî got: Ev pirseke cidî ye li herêmê û di du hefteyên bê de emê li Tehranê civînekê li dar bixin û li ser diyardeya (fenomena) rabûna qûm û tozê, mijarên pêwendîdar û bandora wê ser hawîrdor û jîngehê rawestin.

Husên Emîr-Ebdullahiyan di çarçêva vexwendina Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu roja Duşemê bi serokatiya şandeka derecebilind çû Enqerê.

Biryar e Emîr-Ebdullahiyan piştî serdana xwe ya Enqerê, ji bo beşdarbûna di civîna Wezîrên Derve yên Lûtkeya Xezerê de biçe Turkmenistanê.

Serepeyv