Pûtîn û Raîsî li Aşgabatê dê hevdîtinê pêk bînin
Serokomarê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Komara Îslamî ya Îranê Ayetullah Seyd Îbrahîm Reîsî roja Çarşema bê dê di çarçoveya Lûtkeya Deryaya Xezerê ya li Aşgabata Tirkmenistanê de bicivin.
Li gorî rapora IRNA`yê; Yûrî Oşakov şêwirmendê serokomarê Rûsiyê ragihand ku serokomarê Rûsiyê dê beşdarî şeşemîn lûtkeya welatên deryaya Xezerê li Turkmenistanê bibe û li wir bi awayekî cuda digel Ayetullah Seyd Îbrahîm Reîsî û Îlham Elîv serokomarên Îran û Azerbaycanê re bicive.
Serokomarê Îranê roja 19ê Çile di çarçoveya serdana xwe ya Moskowê li Kremlînê bi Vladîmîr Pûtîn re hevdîtin kir û ev duyemîn hevdîtina her du serokan e.
Reîsî roja Çarşema vê hefteyê bi serokatiya şandeke pilebilind a rayedarên siyasî û aborî yên Îranê ji bo beşdariya li şeşemîn lûtkeya welatên deryaya Xezerê diçe Turkmenist
Serokomarê Îranê ji bilî beşdarbûn û axivtina li lûtkeya deryaya Xezerê, dê bi serokên welatên beşdarî vê lûtkeyê re jî bicive.
Sibê 29ê Hezîranê li Aşgabata paytexta Tirkmenistanê bi beşdariya serokên her 5 welatên peravên deryaya Xezerê wê şeşemîn Civîna Bilind a van welatan were lidarxistin.
Rojeva herî girîng a civata wezîrên derve li Aşgabat lêkolîna çawaniya hevkariya welatan li ser mijarên deryaya Xezerê û amadekariya ji bo beşdarî û civîna serokên welatên peravên deryaya Xezerê li Aşgabatê ye.