Emîr-Ebdullahiyan û serokwezîrê Iraqê civiyan
Hezîran 27, 2022 09:43 Asia/Tehran
Mistefa Kazimî serokwezîrê Iraqê berêvara Yekşemiyê li Tehranê di gel Husên Emîr-Ebdullhaiyan wezîrê derve yê Îranê civiya.
Li gorî rapora IRAN Pressê, Di vê hevdîtinê da ku Fuad Husên wezîrê derve yê Iraqê û Muhemed Kazim Alê Sadiq balyozê Îranê li Bexdayê jî beşdar bûn, du aliyan derbarê mijarên dualî û navneteweyî gotûbêj kir.
Kazimî beriya şêwirîna tev Emîr-Ebdullahiyan, di gel Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê jî civiyabû.
Kazimî di press konferansa hevpar tev Reyîsî da tevî amajeya bi peywendiyên dîrokî, çandî û dînî navbera Îran û Iraqê, peywendiyên welatê xwe bi Îranê raa gelekî girîng da zanîn.