Reyîsî: Berpirsên bilind ên Îran û Iraqê vîneke cidî ji bo berfirehkirina peywendiyan di hemî waran da hene
Serokê Komara Îslamî ya Îranê di press konferansa hevpar tev serokwezîrê Iraqê da tekez kir: Berpirsên bilind ên Îran û Iraqê vîneke cidî ji bo berfirehkirina peywendiyan di hemî waran da hene.
Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro (Yekşem) di press konferansa hevpar di gel Mistefa Kazimî serokwezîrê Iraqê da got: Peywendiyên Îran û Iraqê asayî û kevnare nîne, belkî peywendiyeke pirr kûr e ku koka wê di çand, baweriyên hevpar û kevn ên du gel û welatan e.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Îro em Iraqê wek gelê herî nêzik li gelê Îranê dibînin û peywendiya me ya herî nêzik di warên cûr bi cûr da heye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Di gotûbêjên îro da me derbarê peywendiyên siyasî, aborî û ticarî navbera du welatan gotûbêj kir û li hev kir ku danûstandina du welatan di van waran da berfireh bibe.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku din gotûbêja di gel serokwezîrê Iraqê li ser lezandina projeya girêdana hesinrêya Şelemçe û Besreyê lihevkirin pêk hat, got: Behrewergirtin ji vê projeyê bandoreke zehf di hêsankirin û zêdekirina danûstandina du welatan dike.
Serokwezîrê Iraqê tevî amajeya bi vêya ku du welatan li hev kir ku çarçoveyeke demî ji bo hêsankirina ziyareta ziyaretkerên îranî ku dixwazin di rojên Erbeyînê da biçin ziyareta herema Îmam Husên (S), çê bikin, tekez kir ku di rojên ziyareta Erbeyînê da bi hemî hêza xwe di xizmeta ziyaretkeran da bin û pêşwaziya wan bikin.