Mistefa Kazimî gihîşte Tehranê
Hezîran 26, 2022 15:04 Asia/Tehran
Serokwezîrê Iraqê bi serdaneke fermî û di serê taximeke payebilind da derbasî Tehranê bû.
Li gorî rapora ÎLNAyê, Misstefa Kazimî Serokwezîrê Iraqê bi serdaneke fermî û di serê taximeke payebilind da derbasî Tehranê bû.
Kazimî beriya serdana xwe ya bo Îranê, êvara Şemiyê derbasî Erebistanê bû û bi Muhemed Bin Selman welîehdê Siûdî ra civiya.
Kazimî derbarê peywendiyên dualî û hevkariyên aborî axivîn. Her wiha serokwezîrê Iraqê û welîehdê Siûdî li ser rola berbiçav a Bexdayê di nêzikkirina nêrînan li navçeyê tekez kirin.