Hezîran 26, 2022 10:19 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Îran dê ji maseya gotûbêjan venekişe

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Îran dê ji maseya gotûbêjên rakirina boykotan venekişe.

Seyîd Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê êvara Şemiyê di gotûbêja xwe ya televîziyonî bi gel ra derbarê serdana Berpirsê Siyaseta Derveyî yê Yekîtiya Ewropayê boi Tehranê bi gotina vêya ku Îran naxwaze gotûbêjan betal bike, lê dev ji helwêstên xwe berdane, got: Siyaseta me rakirina boykotan e û ev boykot divê bileztir bên rakirin, ji ber ku zalimane ne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî tekeziya li ser vêya ku aliyê hember divê vegere sser sozên xwe, got: Ji bilî rêya gotûbêjan em rêya bêbandorkirina boykotan jî dişopînin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê biryarnameya dijî Îranê li Konseya Hakiman û di pêvajoya gotûbêjên rakirina boykotan kiryareke nedurist da zanîn û got: Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê panzdeh caran tekez kiribû ku rêderketinek di çalakiya navokî ya Îranê da tuneye.

 

Serepeyv