Hezîran 25, 2022 13:22 Asia/Tehran
  • Ragihandina amadebûna Fransa ji bo bi encamkirina Rîkeftina Navokî

Wezareta Derve ya Fransayê di daxuyaniyekê de, amaje bi serdana berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê bo Îranê kir û dtekez kir ku Parîs ji bo bi encamkirina Rîkeftina Navokî amade ye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Wezareta karên derve ya Fransayê duh (înê) li daxûyaniyekê ji Îranê xwest ku serdana "Josep Borrell" berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê bo Tehranê wek derfetek bibîne ji bo dawîkirin û bi encamkirina Rêkeftina Navokî.

Li gorî malpera Times Now, Wezareta Derve ya Fransayê di daxuyaniyekê de ragihand: Em amade ne ku li ser vê rêkeftinê bigihin encamê û em daxwaz ji Îranê dikin ku vê derfeta dîplomatîk ji bo temamkirin û bi encamkirina rêkeftina navokî bikar bînin.

Dezgeha Çalakiya Derve ya Ewropayê jî duh di daxuyaniyekê de derbarê serdana Borrell de ragihand: Joseph Borrell di çarçoveya hewlên berdewam ên ji bo vegerandina bernama Berfireh a Hevbeş a bi navê Rêkeftina Navokî bo cîbicîkirina tam di 24-25 Hezîranê de dê serdana Îranê bike.

Ev yekem serdana Borrell e bo Tehranê di hikûmeta 13. de. Enrique Mora, cîgirê Borrell, berê serdana Tehranê kiribû.

Seîd Xetîbzade berdevkê wezareta karên derve ya Îranê derbarê vê serdanê gotiye: Di vê serdanê de ku di çarçoveya şêwirên berdewam ên navbera Îran û Yekîtiya Ewropayê de ye, dê li ser peywendiyên dualî, hin mijarên navçeyî û navneteweyî û herwiha rewşa dawî ya danûstandinên rakirina dorpêçan were gotûbêjkirin.

Serepeyv