Hezîran 25, 2022 08:51 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Divê Efxanistan pirsa mafê ava Helmandê çareser bike

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan êvara Înê di pêwendiyeke telefonî de ligel wezîrê derve yê koma Talîbanê yê bi wekalet Emîr Xan Mutteqî, daxwaza hevkariyeke cidî ji desteya desthilatdar a Efxanistanê bo çareserkirina pirsa mafê avê yê Îranê ji Helmandê kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Emîr-Ebdullahiyan hevxemiya dewlet û gelê Îranê bi mexdûrên erdheja vê dawiyê ya Xost û Paktîkayê raghand: Civata Hikûmetê ya Efxanistanê di pratîkê de ji bo cîbicîkirina erkên xwe yên dualî li gor lihevkirinên di navbera her du welatan de di warê mafên avê yên Îranê û avên sînorî de û bi çareserkirina vê pirsgirêkê dê bibe faktorek ji bo xurtkirina hevkarî û dostaniyê di navbera her du welat û her du neteweyan de.

Di vê hevdîtinê de Emîr-Ebdullahiyan herwiha hêvî xwest ku bi hevkariya Îran û Efxanistanê, proseya rûbirûbûna tawanên organîze safî bibe û diyardeyên nebaş ên bazirganiya madeyên hişber û mirovan û têkoşîna dijî têrorîsmê ji holê bê rakirin.

Emîr Xan Mutteqî, wezîrê karên derve yê Efxanistanê yê bi wekalet, di vê hevdîtinê de tevî pêzanînên xwe ji peyamên sersaxiyê û hevxemiya rayedarên Komara Islamî ya Îranê û şandina alîkariyên biwext bo mexdûrên erdhejê û bixêrhatin û pêzanîna gelê Efxanistanê ji bo wergirtina vê alîkariyê, got: Di rewşa vê demê de gelekî giring e dabînkirina stargehan ji bo mexdûrên erdhejê.

Wezîrê bi wekalet ê karên derve yê Efxanistanê tevî pêzanînên dubare ji pêşkêşkirina xizmetên berfereh ji bo gelê vî welatî di rewşa dijwar a niha de, bal kişand ser hewlên vî welatî ji bo pêşvebirin û berfirekirina peywendiyên digel Komara Îslamî ya Îranê.

Wî daxwaz kir ku şandek ji beşên çandinî û cotkariyê û dijî maddeyên hişber ya Efxanistanê serdana Komara Îslamî ya Îranê bike.

Emîr Xan Mutteqî her wiha pêşwaziya berdewamiya şêwirên dualî û şandina heyeteke pispor ji wezareta enerjiyê ya Komara Îslamî ya Îranê bo şopandina mafên avê yên Îranê kir.

Serepeyv