Hezîran 24, 2022 19:40 Asia/Tehran
  • Divê Tirkiye li hemberî îdiayên dubendîçêkir ên siyonîstan bêdeng nemîne

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Em li bendên ne ku Tirkiye li hemberî îdiayên dubendîçêkir ên siyonîstan bêdeng nemîne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê her wiha got: Nêzîkî hefteyekê beriya niha operasyoneke pskolojîk a weşandina agahiyên nerast û hedefdar ji aliyê medayê despê kir, ji bo ku zemîne amade bibe ku wezîrê karên derve yê Rêjîma Siyonîst îdiayên dubendîçêkir bêxe rojevê.

Xetîbzade her wiha got: Cîranê me Tirkiye baş bi îdiayên bêbingeh ên Rejîma terorîst û derewîn dizane û loma em li bendê ne ku Tirkiye li hember van îdiayên dubendîçêkir bêdeng nemîne, Rejîma Siyonîst bi caran nîşan daye ku kkes nikare wê bawer bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê dupat kir: Berteka Komara Îslamî ya Îranê li hemberî cinayet û sabotajên Rejîma Siyonîst hertim bi tekez û bi îqtîdar e bêyî ku ewlehiya hevwelatiyên asayî û ewlehiya welatên din bêxe ber metirsiyê û di dewamê de got: Ji xwe pê ve tu kes şanoyên vê rejîma terorîst ên xwe mezlûmkirinê bawer nake û hin kes jî ku ji bo berjiwendiyên xwe yên demkurt ji rûve piştgirîya van îdiayan dikin, lê bi rastî dizanin ku ew bi çi rejîmeke xeternak re rû bi rû ne.

Serepeyv