Hezîran 20, 2022 16:03 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Trena gotûbêjên Viyenê ji reylê derneketiye

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê tevî amajeya bi gotûbêjên Viyenê got: Îran hema wisa di rêya dîplomasiyê ra dimeşe û trena gotûbêjan ji reylê derneketiye.

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê îro di civîna çapemeniyê da got: Amerîka bi awayê yekalî û neqanûnî ji Peymana Navokî derket û zexta herî pirr sepand ku bi awayekî serşûrî têk çû. Wî got: Tevî bêsoziyên Amerîkayê trena gotûbêjan ji reyla xwe derneketiye.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê bi gotina vêya ku Tehran ji bo bidestxistina lihevkirina baş û bihêz amade ye, hêvî kir ku aliyê amerîkî herî zû vegere ser rêyekê ku encama wê îmzekirina lihevkirinê ye.

Xetîbzade her wiha derbarê azadkirina barê nefta Îranê li Yûnanê got: Îranê şîret li dewleta Yûnanê kiriye ku potensiyelên qanûnî bi kar bîne û loma em hêvîdar in ku di pratîkê da barê nefta Îranê were azadkirin.

 

Serepeyv