Hezîran 20, 2022 14:13 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Bila Ajans rêyeke durist ji bo bersivên xwe bimeşîne

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê kir mixateba gotinên xwe û got: Eger pirs an nediyariyek heye, divê ji rêya durist were şopandin.

Rafaêl Grosî, Rêveberê gişt ê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê di gotûbêja bi kanala El-Erebiyeyê da got: Gotûbêjên di gel Îranê ji bo vejandina lihevkirina navokî gihîştine asêgehê.

Wî tevî dubarekirina îdiayên xwe nigot: Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê hewil dide ku hin rastiyên heyî li Îranê şirove bike, lê tu bersivek ji aliyê Tehranê va derbarê pirsên teknîkî ku hilêxistine, wernegirtiye.

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê di vî warî da got: Tewsiyeya me hertim ev bûye ku Rafaêl Grosî di çarçova erkên xwe yên teknîkî biaxive.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Daxuniya hevpar a Îran û Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê di 5ê Adarê da hat nivîsandin û şopandin, eger A hema wisa pirseke xwe heye, ev şêwaza guncav nîne.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Rêya Viyenê rêyeke ku hatiye meşandin û trena dîplomasiyê karê xwe didomîne.

 

Serepeyv