Berdevkê hikûmeta Îranê: Paşxana dîrokî ya Îranê weke navendeke derbasbûnê ya navçeyî ji nû ve zindî dibe
Berdevkê hikûmeta Îranê amaje bi cihê erdnîgariya Îranê kir û got: Îran dibe navendeke transit û derbasbûnê ya navçeyî.
Piştî cîbicîkirina biryara hikûmeta 13ê ya ji bo bihêzkirina peywendiyên ligel cîran û welatên navçeyê û herwiha plana Wezareta Rê û Bajarvaniyê ya ji bo bihêzkirina tranzîta rêyan û rêyên hesinî ji riya xaka Îranê û destpêkirina korîdorên nû, yekem Trêna tranzîtê ya Qazaqistan-Tirkmenistan-Îran-Tirkiye, Barê transîtê yê gogirdê yê Qazaqistanê danê sibê roja Îniya borî ji sînorê rêya hesinî ya Înçê-Burûnê derbasî welêt bû û dê di demek nêzîk de bigihêje Tehranê.
Berê kelûpelên Qazaqistanê bi rêya bendera Oktaviyayê diçûn bendera Bakûyê û paşê bi trêna Bakû-Tiflîs-Qersê diçûn Tirkiyê, lê piştî zêdekirina lêçûnên keştiyan, rêya hesinî ya Îranê şûna korîdora berê ya derya-trênê ji Qazaqistanê ber bi Tirkiyê ve girtiye.