Hezîran 19, 2022 22:43 Asia/Tehran
  • Rojeke din bêyî mirina nexweşên Koronayê li Îranê

Navenda Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de ti nexweşek ji ber koronayê li welat can nedaye.

Li gorî Navenda Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, di nava 24 saetên borî de li Îranê ti kesek din ji ber Covîd-19ê jiyana xwe ji dest nedaye û hejmara miriyên ji ber Koronayê jî di hejmara 141 hezar û 363 kesan maye.

Her wiha ji duh heta îro (Yekşemê) û li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, 160 nexweşên nû yên tûşbûna bi vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) li Îranê hatin tespîtkirin.

Li gorî vê yekê, hejmara giştî ya tûşbûyên Covid 19 li Îranê gihîşt 7 milyon û 234 hezar û 757 kesan.

Li Îranê heta niha 7 milyon û 60 hezar û 446 nexweşên koronayê baş bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku şeva borî 14 hezar û 264 dozên vaksîna Koronayê li Îranê hatine lêdan.

Wezareta Tenduristiyê ragihand: heta niha 64 milyon û 606 hezar û 203 kesan doza yekem a vaksîna Koronayê, 57 milyon û 946 hezar û 681 kesan doza duyem û 27 milyon û 669 hezar û 80 kesan jî doza sêyem a vaksîna Koronayê wergirtine. Li Îranê lêdana vaksîna Koronayê derket 150 milyon û 221 hezar û 964 dozan.

Serepeyv