Hezîran 19, 2022 21:37 Asia/Tehran
  • Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî li hevdîtina bi Serokomarê Qazaqistanê: Pirsgirêka sereke ya Ukraynayê plana rojava ya ji bo geşepêdana NATOyê ye

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li hevdîtina bi serokomarê Qezaqistanê û şanda pê re pêgirî kir: Pirsgirêka sereke ya Ukraynayê plana rojavayî ya ji bo geşepêdana NATOyê ye.

Hezretê Ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî îro Yekşemê li hevdîtina Qasim Curmet Tokayev serokomarê Qazaqistanê û şanda pêre li bara mijarên têkildarî Ukraynayê got: Mijara têkildarî Ukraynayê, pirsgirêka sereke eva ye ku Rojava li ser berfirehkirina NATOyê îsrarê dikin û ew ê dudilî nebin ku bandora xwe li her derê berfireh bikin.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî tekez kir: Lazim e em bi hûrî li tiştan binerin û hişyar bin, ji ber ku Amerîkî û rojavayî hertim hewl didin ku qada bandora xwe li navçeyên cuda ji wan Rojhilat û Rojavayê Asyayê berfirehtir bikin û dixebitin di vê şarşêvê de serxwebûn û serweriya neteweyan ji nav biben.

Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî li bara peywendiyên kûr ên dîrokî û çandî yên Îran û Qezaqistanê, li ser pêwîstiya berfirehkirina zêdetir a hevkariyên her du welatan li warên curbicur bi taybetî hevkariyên navçeyî pêgirî kir.

Hezretê ayetulah Xamineyî hevahengiya li ser mijarên siyasî û aborî ji bo berfirekirina peywendiyan pêwîst da zanîn û li ser pêwîstiya aktîvkirina komîsyoneke hevpar pêgirî kir û got: Her du alî ji bo şopandina lihevhatinan û cîbicîkirina wan divê hewla xwe ya herî zêde bidin.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî berfirehkirina hevkariyên çandî yên Îran û Qezaqistanê jî girîng nirxand û destnîşan kir: Farabî wekî feylesof û zanyarekî îslamî yê bi eslê xwe Qazaqistanî ku berhemên wî hezar sal in li Îranê lêkolîn û vekolandin dibin, dikare bibe bingeha hevkariyên çandî û avakirina komîteyeke hevpar a zanistî di navbera her du welatan de.

Di vê hevdîtinê de ku Serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî jî tê de amade bû, Qasim Curmet Tokayev serokomarê Qazaqistanê got: Me hevdîtinên gelek baş bi Serokomarê Îranê re kir û belgeyên ku ji aliyê her du aliyan ve hatin îmzekirin, dikarin rê li ber berfirehkirina peywendiyên her du welatan vekin.

Serokomarê Qazaqistanê hevpariyên dîrokî û çandî yên Îran û Qezaqistanê kûr bi nav kir û pêşwaziya pêşniyara Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî ya Îranê ji bo avakirina komîteyeke zanistî li bara Farabî kir û di derbarê mijarên herêmî û rewşa Ukraynayê de nêrîna xwe anî ziman û rewşa welatê xwe ya piştî hewla derbeya serneketî ya sala borî şirove kir.

Serepeyv