Reîsî bi fermî pêşwaziya Serokomarê Qazaqistanê kir
Merasima pêşwaziya fermî ya Serokê Komara Îslamî ya Îranê ji hevtayê xwe yê qezaqistanî li komavahiya Dîrokî-Kultûrî ya Sedabadê hat lidarxistin.
Hevdîtinên bi Serokomarê Îranê, lidarxistina civîna hevpar a heyetên payebilind ên du welatan û îmzakirina çend belgeyên hevkarî û hevhatinnaman, ji bernamên sefera yekrojî ya serokomarê Qezaqistanê bo Têhranê ye.
Li gor rapora navenda ragihandinê ya serokomariya Îranê, serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî îro (Yekşem) li Kompleksa Dîrokî-Kultûrî ya Sedabadê bi fermî pêşwaziya Qasim Cumert Takayev serokomarê Qazaxistanê kir.
Di merasimê de, piştî ku marş û sirûdên netewî yên Komara Îslamî ya Îranê û Qezaqistanê hat lêxistin, serokên her du welatan serdana yekîneya merasimê kirin û piştre heyetên pilebilind ên pêre, ji hev re hatin nasandin.