Hezîran 18, 2022 22:25 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Navenda Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de 2 nexwên koronayê li welat can dan.

Li gorî Navenda Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (Şemê) û li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, 74 nexweşên nû yên tûşbûna bi vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) li Îranê hatin tespîtkirin.

Li gorî vê yekê, hejmara giştî ya tûşbûyên Covid 19 li Îranê gihîşt 7 milyon û 234 hezar û 597 kesan.

Her wiha di nava 24 saetên borî de li Îranê 2 kesên din ji ber Covîd-19ê jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyên ji ber Koronayê jî gihêşt 141 hezar û 363 kesan.

Li Îranê heta niha 7 milyon û 60 hezar û 283 nexweşên koronayê baş bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

Zêde ji mehekê ye hejmara qurbaniyên Koronayê li Îranê yek jimar e û ev rêje berdewam e.

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku şeva borî 12 hezar û 809 dozên vaksîna Koronayê li Îranê hatine lêdan.

Wezareta Tenduristiyê ragihand: heta niha 64 milyon û 602 hezar û 641 kesan doza yekem a vaksîna Koronayê, 57 milyon û 941 hezar û 796 kesan doza duyem û 27 milyon û 663 hezar û 263 kesan jî doza sêyem a vaksîna Koronayê wergirtine. Li Îranê lêdana vaksîna Koronayê derket 150 milyon û 207 hezar û 700 dozan.

Serepeyv