Hezîran 15, 2022 23:48 Asia/Tehran
  • Qalîbaf: Herêmên sînorî ji bo berfirehkirina peywendiyên Îran û Tirkmenistanê derfetên girîng in

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê desnîşan kir ku peywendiyên Îran û Tirkmenistanê li sê astên neteweyî, navçeyî û sînorî dikarin bên berfirehkirin.

Serokkomarê Tirkmenîstanê Serdar Berdî Muhamedov îro li Beharistanê bi Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf re hevdîtin pêk anî û pê re gotûbêj kir.

Qalibaf di vê hevdîtinê de herwiha got: "Kapasîteyên sînorî girîngtirîn derfet e ji bo berfirehkirina peywendiyên di navbera her du welatan de û xelkê bajarên navçeyên sînorî ji aliyê çandî û medenî ve nêzîkî parêzgehên cîran li Turkmenistanê ne, lewra civînên sînorî û bi hev re rûniştinên xwecihî dikarin gelek alîkar bin."

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê herwiha got: Hevkariyên herêmî di çarçêva rêxistinên wek Konferansa Îslamî û welatên dorhêla deryaya Xezerê de dikare têkiliyên dualî yên di mijarên herêmî de hêsan bike.

Qalîbaf herwiha bal kişand ser girîngiya damezrandina ewlehiyê li welatê cîranê Îran û Turkmenistanê, anku Efxanistanê û got: Hebûna komên têrorîst li Efxanistanê û mijara narkotîkê yek ji mijarên herî girîng e ku pêwîstî bi hevkariyeke cidî di navbera cîranên Efxanistanê de heye.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê herwiha bazirganiya maddeyên hişber û tundrewiyê ji zirarên cidî yên Efxanistanê nirxand ku dibe ku zirarê bide welatên cîran jî û li vê barê de got: Destwerdan û hebûna siyonîstan li navçê hestiyar e ku divê li ber çavan bê girtin.

Qalîbaf di dewamê de got: Demeke nû ya peywendiyan di navbera her du welatan de dest pê kiriye ku tê de pêwîst e peywendiyên di navbera komên dostaniyê yên parlemanî û hevkariyên aborî di navbera her du dewletan de, bi taybetî di warê sektora taybet de bên zêdekirin.

Di vê hevdîtinê de Serdar Berdî Muhamedov berfirekirin û kûrkirina peywendiyên dualî yên di navbera her du welatan de ji bo Tirkmenîstanê gelekî girîng nirxand û got: Berfirehkirina hevkarî û peywendiyên digel cîranan yek ji karên pêşîn ên Komara Turkmenistanê ye, ji ber vê yekê ez wek serokomarê Tirkmenistanê, yekem seferên xwe min ji welatên cînar, bi taybetî Îranê da despêkirinyên.

Serokomarê Turkmenistanê hêvî xwest ku civîn û gotûbêjên di navbera parlemanên her du welatan de çalaktir bibin.

Serepeyv