Hezîran 15, 2022 13:49 Asia/Tehran
  • Li Hormuzganê heft erdhej qewmîn û ziyanên wê yên canî çênebûn

Li nahiya çarêk a bajarên Bender Lengehê û Cenahê yê Bestekê îro heft erdhejên bi rêjeyên cuda rûdane û bûne sedema tirs û nîgeraniya xelkê navçeyên derdora navenda erdhejê ji wan Kîş û başûrê parêzgeha Farsê.

Li gorî rapora IRNA`yê, Navenda Sîsmolojiyê ya Neteweyî ya di bin banê Enstîtûya Jeofîzîkê ya Zanîngeha Tehranê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku ev erdhejana bi pîleyên 4.2, 5.2, 4.6, 4.4, 4.5, 4.7 û 3.6 Rîchteran îro Çarşemê di navbera saet 10 û 25 deqîqan heya 11 û 52 deqîqan de li deverên Bender Lengehê û Cenahê yê Bestekê qewmîne.

Rêze erdhejên ku di kêmtirî 90 xulekan bi dû hev de qewimîn bû sedema tirs û nîgeraniya xelkê ku li deverên derdora navenda erdhejê dijîn û tevî germa hewayê di meha Hezîranê de, ji bo parastina canê xwe mal û avahiyên xwe terikandin.

Helbet divê bê gotin ku erdheja parêzgeha Hormuzganê duh dest pê kir; Duh danê êvarê li derdora Fîn Hormuzganê bi pileya 3.6 erdhejek pêk hat û piştî çend xulekan jî li bendera Çark bi hêza 4.4 erdhejeke din pêk hat.

Serepeyv