Rayedarên Îran û Tirkmenistan tekezî li ser pêşxistina peywendiyên du-alî dikin
Civîna wezîrê rê û bajarvaniyê yê Îranê û cîgirê serokwezîr û wezîrê karên derve yê Tirkmenistanê hat lidarxistin û her du aliyan li ser berfirehkirina peywendiyên bazirganî û aborî di navbera her du welatan de tekez kirin.
Hikûmeta 13mîn a Îranê ji dema destbikarbûna xwe li 3ê Tebaxa 2021an ve, pêkanîna hevsengiyê di siyaseta derve de ragihandiye û berfirehkirina hevkariyên bi cîranên xwe û welatên navçê re, kiriye bernama xwe ya yekem di siyaseta derve de.
Serdar Berdî Mihemedov serokomarê Turkmenistanê îro sêşemê li ser vexwandina fermî ya serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî di serokatiya şandeke pilebilind a rayedarên siyasî û aborî de serdana Têhranê dike.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, Rostem Qasimî wezîrê rê û bajarvaniyê yê Îranê îro li hevdîtina tev Reşîd Merdov alîkarê serokwezîr û wezîrê karên derve yê Turkmenistanê got: Komara Islamî ya Îranê tu astengî li bara geşepêdana transît û veguhestina bi welatên herêmê re tine."
Wezîrê Rê û Bajarvaniyê yê Îranê herwiha got: Îran amade ye tranzîta hevbeş bi welatên navçê û ji wan bi Tirkmenistanê re, ji avên Kendava Farsê û deryaya Umanê ber bi navçeyên bakur ve dest pê bike û berfireh bike.
Di vê navberê de Rostem Qasimî tekez kir: Her çend rêjeya danûstandinên transîtê di navbera Îran û Tirkmenistanê de zêde bûne, lê divê ji bo berfirehkirina danûstandinên bazirganî û aborî zêdetir hewl bê dayîn. Li ser vê bingehê, Îran amade ye di warê teknîkî û pisporî yên transit û transporta rêhesin, rêyên cadeyî û veguhestina asmanî de bi aliyê tirkmen re gotûbêjên avaker bike.
Wezîrê Derve yê Tirkmen Reşîd Murdov di civînê de got: Îran û Tirkmenistan di warê erdnîgarî de di rewşeke baş de ne û dikarin di warê veguhestinê de karekî baş bikin.
Wezîrê Derve yê Tirkmenan her wiha got, welatê wî ti astengî li ser berfirekirina hatûçûn û transitê çê nake û amade ye di hemû waran de peywendiyên xwe bi Îranê re berfireh bike.
Hêjayî gotinê ye ku hinardekirina kelûpelên Îranê bo Tirkmenistanê di hikûmeta 13an de bi rêjeya %89 zêde bûye.