Hezîran 11, 2022 19:40 Asia/Tehran
  • Reîsî: Stratejiya Tehran û Karakasê li hember dijmin berxwedan e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê stratejiya Tehran û Karakasê ji bo rawestana li hember dijmin nirxand.

Îro şemiyê Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro piştî pêşwaziya fermî ya li Koşka Sedabadê bi Serokomarê Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî re civiya.

Her wiha bi amadebûna Reîsî û Maduro belgeya hevkarîya stratejîk a berfireh a 20 salî di navbera Têhran û Karakasê de hat îmzekirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, "Seyd Îbrahîm Reîsî" serokê Komara Islamî ya Îranê roja şemiyê li civîna çapemeniyê ya hevpar digel "Nicolas Maduro" li Têhranê got: Komara Îslamî ya Îranê hertim di warê siyaseta derve de li pey peywendiyên bi welatên serbixwe bûye û Venezuela jî li hember dorpêçên dijminan û emperyalîzmê rawestiyaye û berxwedaneke bêmînak hebûye.

Reîsî têkiliyên navbera Tehran û Karakasê stratejîk bi nav kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Pêwendiyên me yên biratî dê berdewam bibin û îmzekirina belgeya 20 salî ya di navbera her du welatan de vê biryardariyê nîşan dide.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Tehrîm û tehdîdên li dijî Îranê di heyama 42 salên borî de pir zêde bûne û miletê Îranê biryar daye ku dorpêçan bike derfetek ji bo pêşketina welêt.

Reîsî her wiha got: "Wekî ku berdevkê Koşka Spî ragihandiye, zexta herî zêde li ser Îranê bi awayekî xirab têk çûye û ev yek xala serketina Îranê û xala şikestê ya dijminan e."

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Îradeya gel, hikûmet û serokomarê Venezuelayê rawestana li ber tehrîman bûye û îro geşbûna aborî ya vî welatî destpê bûye; Ev nîşanek baş e ku ji her kesî re îspat dike ku berxwedan kar dike û dijmin neçarî paşvekişînê dike.

Reîsî her wiha got: Gavên baş ji bo hevkariyên zanistî û teknolojiyê bi Venezuela li Îranê hatine avêtin û kompaniyên zanistî û parkên zanistî û teknolojiyê amade ne ku ezmûnên xwe di vî warî de veguhêzin.

Serokomarê Venezuelayê Nicolas Maduro got: "Ji bo hevkariya Îran û Venezuelayê qadên curbecur ên girîng ên wekî enerjî, neft û gaz, petrokîmya û parzûngehan hene."

Serokomarê Venezuelayê herwiha eşkere kir ku geşta rasterast a Carax bo Tehranê û berovajî wê di 18ê Tîrmehê de dest pê dike.

Maduro di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir: Divê ciwanên Îranî û Venezuelayî bizanin ku cîhana pêşerojê cîhana wekhevî û dadperweriyê ye ku li hember emperyalîzmê radiweste.

Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro roja Înê hat Tehranê.

Serepeyv