Hezîran 10, 2022 20:08 Asia/Tehran
  • Dubarebûna roja bê mirina koronayê li Îranê; 153 pêketiyên nû ên Koronayê hatin tespîtkirin

Navenda Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de, li Îranê 153 nexweşên Covîd-19 hatin tespîtkirin û şukra Xwedê rojeke din a bê mirin dubare bû.

Li gorî Navenda Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (Înê) û li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, 153 nexweşên nû yên tûşbûna bi vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) li Îranê hatin tespîtkirin û 33 ji wan rakirin nexweşxanan. Li gorî vê hejmara nû, heta niha li Îranê hejmara giştî ya tûşbûyên Koronayê gihîştiye heft milyon û 233 hezar û 472 kesan.

Her wiha di nava 24 saetên borî de ji bo cara duyemîn jî mirina ji ber nexweşiya Koronayê li Îranê nehat tomarkirin û hejmara giştî ya miriyan bi vê nexweşiyê gihêştiye 141 hezar û 343 kesan.

Li Îranê heta niha 7 milyon û 57 hezar û 938 nexweşên koronayê baş bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

Li gorî amarên fermî, heta niha li cîhanê zêdetirî 539 milyon û 281 hezar kes bi vîrusa koronayê ketine û 6 milyon û 328 hezar û 530 kes jî bi sedema nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane.

Koronayê heya niha çar mutasyonên genetîkî yên xeternak hebûn, di nav de alpha, beta, gamma û delta.

Serepeyv