Hezîran 09, 2022 09:36 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Îran dê bersiveke vebirr û guncav bide biryarnmeya dije-îranî ya Konsseya Hakiman a Ajansê

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê sebebkarên biryarnameya dijî Îranê ya Konseya Hakiman a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê berpirsa dûhatên din ên vê kiryarê da zanîn û tekez kir: Bersiva Îranê vebirr û guncav e.

Li gorî rapora IRNAyê, Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê wek bersiva bo biryarnameya dijî Îranê ya Konseya Hakiman a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê li twitterê nivîsî: Amerîka û sê welatên ewropî bi hewildana ji bo pêşdabirina biryarnameyeke pêkhatî ji hesabkirina şaş û şêwirîna xelet li dijî welatekî bi bernameya herî zelal a navokî ya aştiyane li cîhanê, armancên xwe yên nizim, bilindtir ji pêbaweriya Ajansê hesibandine.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê her wiha nivîsî: Sebebkarên vê biryarnameyê rasterast berpirsa dûhatên din in. Bersiva Îranê vebirr û guncav e.

Ev duyemîn biryarnameya dijî Îranê ye  ku vê dawiyê ji aliyê Konseya Hakiman a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê va tê derxistin.

 

 

Serepeyv