Hezîran 08, 2022 15:19 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Siyonîst beleya lezgîn a Cîhana Îslamê ne

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi gotina vêya ku siyonîst belaya lezgîn û berdest ên Cîhana Îslamê ne, got: Rejîma Siyonîst dewletên ku ber bi asayîkirina pêwendiya di gel wê va çûn, istîsmar dike.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Çarşemiyê di hevdîtina di gel karbidestên Hecîtiya îsal da got: Aşkirabûna komplo û plana siyonîstan ji karên pêwîst di Hecê da ye û dewletên erebî û ne-erebî ku berovajiya xwesteka gelan û ji bo daxwaza Amerîkayê ber bi asayîkirina pêwendiyan tev Rejîma Siyonîst va çûne, bila bizzanin ku ev civîn û rabûn ji bilî istîsmarkirina wan ji aliyê Rejîma Siyonîst va dê tu encameke wan tunebe.

Hezretê ayetullah Xamineyî tevî amajeya bi vêya ku Hec ssembola yekîtiya Umeta Îslamî ye, got: Divê hemû hewil werin bikaranîn da ku tu kêşeyek ji bo mijara yekîtiya misilmanan çê nebe ji ber ku pêkanîna nakokiyê bi taybet nakokiya navbera şîe û suneyan ji rêbazên inglîziyan e.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî têkiliyên baş û bi ronkirinê di gel ziyaretkerên welatên din û bikaranîna Quran û qariyên baş ji warên din ên zêdekirina yekîtiyê da zanîn.

Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha amaje bi erkên giran ên dewleta mazûvan û pêwîstiya tevgeriyana vê dewletê li gorî meslehetên Cîhana Îslamê kir û got: Dabînkirina ewlehiya hemû ziyaretkeran bi taybet ziyaretkerên îranî û pêşîgirtin li dubarebûna karesatên berê û her wiha venihêrîna li ser zêdekirina xercan, ji daxwazên cidî yên Komara Îslamî ne.

Hezretê ayetullah Xamineyî "Fêrkirina Pêkvejiyanê", "Jiyana sade" û "Xwedûrkirin ji guneh û karûbarên liberdest lê hewcedara miqatebûnê" ji dersên girîng ên Hecê dan zanîn.

 

Serepeyv