Teqîneke giran başûrê Bexdaya Iraqê hejand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i334436-teqîneke_giran_başûrê_bexdaya_iraqê_hejand
Çavkaniyên iraqî berbanga Çarşemiyê qala qewimîna teqîneke giran li başûrê Bexdaya paytexta vî welatî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 08, 2022 06:56 Asia/Tehran
  • Teqîneke giran başûrê Bexdaya Iraqê hejand

Çavkaniyên iraqî berbanga Çarşemiyê qala qewimîna teqîneke giran li başûrê Bexdaya paytexta vî welatî kir.

Li gorî rapora Saberin Newsê ji zarê çavkaniyên iraqî, ev teqîna giran li bajarê Nehrewanê ya başûrê Bexdayê qewimiye.

Li gorî vê raporê, agir bi tankêreke ardûyê ketiye.

Derdora 10 roj beriya niha jî çavkaniyên iraqî qala qewimîna teqîneke giran li navçeya Cadiriyeyê ya bakurê Bexdayê kiribû.

Ev di halekî da ye ku êrîşa li sser karwanên piştgiriyê, berjewendî û hêzên amerîkî li Iraqê di heyama duy salên derbasbûyî da zêde bûye.