Hezîran 07, 2022 22:51 Asia/Tehran
  • Qalîbaf: Amerîka ti carî bi me re li hev nake

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, bi gotina vê yekê ku Amerîka tu carî bi me re li hev nake, pêgirî kir: Em li ser armancên Inqilaba Îslamî bi tu kesî re danûstandinê nakin.

Sêyemîn konferansa navneteweyî ya çalakvanên Mehdewî îro Sêşemî bi amadebûna komek ji berpirs û çalakvanên xwecihî û biyanî yên Mehdewî li Tehranê birêve çû.

Li gorî rapora IRNA`yê, “Mihemed Baqir Qalîbaf” serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê îro danê sibê di vê konferansa navneteweyî de desnîşan kir ku Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê di daxûyaniya pêngava duyemîn a inqilabê de ev şoreş wek destpêka rêyeke nû li cîhanê da zanîn û got: Ev şoreşa bêyî navê Îmam Xumeynî (re) li tu devera cîhanê nayê naskirin û Şoreşa Îslamî ya Îranê bû ku îro bûye sedema ji nû ve jiyandina Îslamê û bûye sedema şeref û serbilindiya misilmanan.

Qelîbaf got: Rejîma Siyonîst di dema berevaniya pîroz de hêvî dikir ku li ser sînorên me rûbirûyê me bibe, Lê roja îro em dibînin ku umeta Îslamê li bilndê û girên Golanê şerê wan dike û eva çanda Mehdewiyetê ye ku kariye li herêma Rojavayê Asyayê ku bi hegemonyaya Amerîkayê re ku bi hezaran milyar dolar xerc kiriye rûbirû bibe û li ber xwe bide û ji Amerîkayê ra pirsgirêkan çê bike.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê tekez kir: Divê dewleta îslamî bibe dewletek ku ji welatên misilman re bibe mînak û hemû mirovên azad ên cîhanê hest bikin ku dabînkirina bextewariya wan a dinyayî û axiretê bi şopandina modela vê pergala pîroz ve girêdayî ye.

Serepeyv