Hezîran 07, 2022 22:31 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Navenda Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de 7 nexweşên koronayê li welat can dan.

Li gorî Navenda Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (Sêşem) û li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, 139 nexweşên nû yên tûşbûna bi vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) li Îranê hatin tespîtkirin û 28 ji wan rakirin nexweşxanan.

Li gorî vê yekê, hejmara giştî ya tûşbûyên Covid 19 li Îranê gihîşt 7 milyon û 232 hezar û 929 kesan.

Her wiha di nava 24 saetên borî de li Îranê 7 kesên din ji ber Covîd-19ê jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyên ji ber Koronayê jî gihêşt 141 hezar û 339 kesan.

Li Îranê heta niha 7 milyon û 56 hezar û 916 nexweşên koronayê baş bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

Nêzîkî mehekê ye hejmara qurbaniyên Koronayê li Îranê yek jimar e û ev rêje berdewam e.

Li gorî amarên fermî, heta niha li cîhanê zêdetirî 536 milyon û 28 hezar kes bi vîrusa koronayê ketine û zêdetirî 6 milyon û 321 hezar kes jî bi sedema nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane.

Serepeyv