Hezîran 06, 2022 11:24 Asia/Tehran
  •  Balyozê Hindê li Tehranê bo Wezareta karên derve ya Îranê hat hzirkirin

Li pey bêrêziya li Pêxemberê Hêja (S) di bernameyeke televîziyona Hindê, Balyozê Hindê li Tehranê bo Wezareta karên derve ya Îranê hat hazirkirin.

Li pey bêrêziya pêkhatî li bernameyeke televîziyona Hindê li Pêxemberê Hêja (S), Balyozê Hindê li Tehranê berêvara Yekşemiyê ji aliyê Seyid Resûl Mûsewî, Rêveberê gişt ê Asyaya Başûr bo Wezareta karên derve ya Îranê hat hazirkirin û nerazîtiya dewlet û gelê Komara Îslamî ya Îranê bo wî hat ragihandin.

Li pey bêrtêziya Navîn Komar Cîndal berdevkê Partiya zêdegav a Biharatiya Canata wek partiya serdest a Hindê li saheta Pêxemberê Îslamê (S) û zêdebûna nerazîtiyan, vê partiyê bi dayîna daxuyaniyekê qala wêdadayîna wî kir.

Rêxistina Hevkariya Îslamî jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ev bêrêzî bi armanca zêdekirina nefret û bêrêziya li Îslamê li Hindê û di çarçova kiryarên birêxistinkirî li dijî misilmanan û pêkanîna sînordariyê bo wan bi taybet hevdem di gel hin biryaran ji bo rêgirtin li hîcabê li navendên perwerdehiyê yên hejmareke parêzgehên Hindê û xerakirina heyîtiyên misilmanan pêk tê.

Endamê Ofîsa siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) jî bêrêziya Partiya serdest a Hindê li Pêxemberê Îslamê (S) şermezar kir.

Berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê êvara Yekşemiyê wek berteka li hemberî bêrêziya berdevkê partiya serdest a Hindê li Pêxemberê Îslamê (S), got: Bêrêziya li Pêxemberê Îslamê nîşana têkçûna exlaqî ye.

Dewletên Qeter û Kuweytê jî ev yek şermezar kiriye.

 

Serepeyv