Hezîran 02, 2022 11:50 Asia/Tehran
  • Axaftina Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî di salvegera koça dawî ya Îmam Xumeynî (RE) de

Civata Hevahengiya Propaganda Îslamî gotara rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî ya Îranê di salvegera koça dawî ya avakarê Komara Îslamî ya Îranê de ragihand.

Roja 4ê Hezîrana 2022an, salvegera koça dawî ya damezrînerê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê Îmam Xumeynî (re) ye.

Beriya 33 salan di rojeke wiha de, rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî Hz. "Ruhullah Mûsewî Xumeynî" (re) piştî 87 sal xebat û jiyana bêwestan koça dawî kir û ber bi heqiyê ve çû.

Li gor ragihandina Ajansa Nûçeyan a IRIB Newsê; Civata Hevahengiya Propaganda Îslamî ragihand ku rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî ya Îranê dê di merasima salvegera koça dawî ya Îmam Xumeynî (re) de gotarek pêşkêş bike.

Sih û sêyemîn salvegera koça dawî ya Îmam Xumeynî (re) piştî du salan ji rewşa taybet a vîrusa Koronayê, îsal bi rewşa amadbûn û beşdariya rayedar û gelê Îranê û mêvanên biyanî  û helbet li gorî berçavgirtina rê û şîwazên tenduristiyê tê lidarxistin.

Serepeyv