Hezîran 01, 2022 12:43 Asia/Tehran
  • Têkildarî mijarên toz û jîngehê Emîr-Ebdullahiyan bi pisporên Wezareta Derve re hevdîtin pêk anî

Civîna wezîrê karên derve yê Îranê bi rêvebir û pisporên payebilind ên beşa huqûqî û karûbarên navneteweyî ya vê wezaretê re li bara mijarên têkildarî rûbirûbûna diyardeya tozê û pirsgirêkên jîngehê pêk hat.

Bahoza tozê ku yekem berhema avakirina Bendava Mezin a Tirkiyê ye, di rojên derbasbûyî de bandor li esmanê hin cîranên rojavayî yên Îranê ji wan Sûriye, Iraq û Urdinê kiriye.

Li gorî şopandina nexşeya toz û qûmê li malpera cîhanî ya  Barcelon, toza vê dawiyê pêşî beşeke mezin ji Iraq û Sûriyê girt û piştre derbasî Îranê bû.

Bahoza qûmê û bahoza tozê li herêmên Sûriye û Iraqê gelek kes mirin û bi hezaran kes jî ji ber pirsgirêkên nefeskişandinê şandin nexweşxanan.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan li ser mijarên kontrolkirina tozê, pirsgirêkên jîngehê, koçberan û mafên mirovan bi rêveber û pisporên payebilind ên vê Wezaretê re hevdîtin pêk anî.

Emîr-Ebdullahiyan, piştî tundbûna diyardeya tozê li herêmê û fermana cidî ya Serokomarê Îranê "Seyd Îbrahîm Reîsî" ji bo şopandina bilez a vê mijarê, name ji hevtayên xwe yên li welatên ku bi eslê xwe çavkaniya tozê ne yan jî tûşî vê qeyrana jîngehê bûne şandin û tê de tekez kir: Li gel hevkariyên teknîkî yên dualî ji bo kontrolkirina toz û qûmê, Îran daxwaza girêdana konvansiyonek navçeyî bi beşdariya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û ajansên pispor ên wê bi taybet bernama jîngehparêzî ya Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî dike.

Serepeyv