May 31, 2022 12:40 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Amerîkayê bersivên çaverêkirî nedane

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê bi gotina vêya ku Tehranê di rêya çûn û vegera peyaman di gel Waşîngtonê da, însiyatîvên xwe raber kirine, got: Amerîkayê bersivên çaverêkirî nedane.

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Sêşemiyê di civîna xwe ya hefteyî da derbarê gotinên Robêrt Malî derbarê vêya ku şansê lihevkirinê di asteke kêm da ye, got: Di warê gotûbêjên Viyenê da tevgeriyana Îranê tam ronî ye û Komara Îslamî ya Îranê tu bertekekê nîşanî gotinên ku ji bo bikaranîna hundirîn tên gotin, nade.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Rawestiyana gotûbêjan li Viyenê ji ber bêbersivhiştina însiyatîvên raberkirî ji aliyê Îran û Ewropayê ye û divê em bibînin ka kengî Amerîka dixwaze biryara xwe ragihîne.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê derbarê rapora duh a Rêveberê gişt ê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê jî got ku ev rapor edlane nîne û lezûbezî tê da xuya dibe.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê bi gotina vêya ku tirsa wê heye ku zexta siyonîst û hin aliyan bûye sebeb ku rêya rapora ajansê ji atmosfera teknîkî biçe aliyê siyasî, hêvî kir ku ev yek were serrastkirin.

 

 

Serepeyv