May 31, 2022 00:01 Asia/Tehran
  • Axaftina Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di salroja koça dawî ya Îmam Xumeynî (RE) da

Sekreterê Erkantiya lidarxistina merasima salvegera 33an a koça dawî ya Îmam Xumeynî (RE) qala axaftina Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di vê merasimê da kir.

Roja 14ê Xordana 1401ê, hevdem di gel 4ê Hezîrana 2022an, salroja koça dawî ya Îmam Xumeynî (RE), xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê ye.

Muhemed Elî Ensarî Sekreterê Erkantiya lidarxistina merasima salvegera 33an a koça dawî ya Îmam Xumeynî (RE) di civîna nûçeyî bi şirovekirina bernameyên salvegera 33an a koça dawî ya Îmam Xumeynî (RE), got: Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî dê îsal di vê merasimê da biaxive.

 

Ensarî got: Piştî du salan rewşa taybet a Koronayê, ev merasim îsal bi awayê hizûrî û  helbet bi berçavgirtina destûrkarên paqijiyê were lidarxistin.

 

Serepeyv