Emîr-Ebdullahiyan: Gelek hevpariyên Îran û Tacîkistanê rê li ber berfirehkirina peywendiyên dualî vedike
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Îran û Tacîkistanê gelek hevpariyên dîrokî, şaristanî, çandî û zimanî hene û ev şiyana mezin dê rê li ber berfirehkirina peywendiyên her du welatan veke.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya IRNA`yê, Muzefer Husênzade, alîkarê wezîrê karên derve yê Komara Tacîkistanê, li dem û gavên nîzîkatiya sefera serokomarê vî welatî bo Komara Islamî ya Îranê roja şemiyê bi Husên Emîr Ebdulahiyan wezîrê karên derve yê Îranê re hevdîtin pêk anî.
Di vê hevdîtinê de Emîr-Ebdullahiyan kêfxweşiya xwe ya li hember serdana Serokomarê Tacîkistanê bo Têhranê nîşan da û di pêşxistina peywendiyên di navbera her du welatan de girîng da zanîn û got: Komara Îslamî ya Îranê û Komara Tacîkistanê gelek hevpariyên dîrokî, şaristanî, çandî û zimanî hene û ev zirûfên mezin dê rê li ber berfirehbûna zêdetir a peywendiyên her du welatên dost û bira veke.
Husênzade alîkarê wezîrê karên derve yê Tacîkistanê jî bi pêdagirî li ser giringiya peywendiyên her du welatan li warên curbicur, amadebûna Tacîkistanê ji bo pêşdebirina zêdetir a peywendiyên digel Komara Îslamî ya Îranê ragihand.
Di vê hevdîtinê de mijarên herî dawî yên peywendiyên dualî û dawîn şopandin û têgihiştinên ku di serdana sala borî ya Serokomarê Îranê bo Tacîkistanê de çêbûne hatin gotûbêjkirin.