May 29, 2022 10:36 Asia/Tehran
  • Dijberiya Îranê li hemberî her cure operasyonên leşkerî yên li welatên din

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li bara êrişa muhtemel a eskerî ya Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê û Iraqê got: Komara Islamî ya Îranê li dijî her cure kiryara eskerî û bikaranîna hêzê li dijî axa welatên din ên ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera xwe de ye ."

Li gorî rapora IRNA`yê şeva Şemiyê, Seîd Xetîbzade di bersiva pirsekê de derbarê îhtimala destpêkirina êrişeke leşkerî ya li nava sînorên Iraq û Sûriyê de ji aliyê Tirkiyê ve tekez kir, Komara Îslamî ya Îranê li dijî her cure kiryara leşkerî û bikaranîna hêzê li ser axa welatên din ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera du aliyan e û kiryarên leşkerî li ser axa welatên din, binpêkirina yekparçeyiya axa û serweriya niştimanî ya wan welatan e û dê bibe sedema aloziyan.

Xetîbzade her wiha got: Komara Islamî ya Îranê têdigihe nîgeraniyên ewlehî yên Tirkiyê, lê tekez dike jî ku çareseriya wan, tenê bi riya diyalog, pabendbûna bi rêkeftinên dualî bi welatên cîran re û lihevhatinên ku di li Astanayê pêk hatin, dibe û Îran bawer e ku divê kêşe û pirsgirêk ji riya rêzgiriya yekparçeyiya axa Sûriyê, yekîtî û serweriya niştimanî ya Sûriyê û berçavgirtina prensîba bikarneanîna zorê çareser bibe.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê got jî: “Ezmûnên salên borî îsbat kiriye ku bikaranîna hêza serbazî li dijî welatên din, alîkarîya çareserkirina kêşeyan nekiriye, lê belê dê kêşeyan li herêmê zêdetir û aloztir jî bike.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê ji welatên dost û cîran xwest ku ji bo gotûbêj û muzakireyên avaker tevbigerin û got: Komara Îslamî ya Îranê wek berê amade ye ku ji bo pêşîgirtina li zêdebûna krîzê û her nakokiyekê ku qurbaniyên wê tenê gelê bêparastin û sivîl e roleke aktîv ku alîkariya çareseriya kêşeyê bike bilîze.

Serepeyv