May 28, 2022 21:39 Asia/Tehran
  • Agahiyên herî dawî yên bûyera teqekirina li kolana Taliganî ya Tehranê

Serdozgerê giştî û Înqilabê ya Tehranê amaje bi birîndarbûna 4 efserên polîs di kolana Taliganî de jî kir û got, fermanên pêwîst bo lêkolîna li ser vê dosyayê hatine dayîn û lêkolîn li ser vê bûyerê berdewam in.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Îran Press`ê, "Elî Salihî" Serdozgerê Giştî û Inqilaba Têhranê li bara hûrgiliyên bûyera teqekirina li kolana Taliganî ya Tehranê ragihand. Îro danê sibê (şemî) piştî haydarbûna bûyera teqekirina li kolana Taleganî ya Tehranê, em yekser ligel cîgir û lêkolînerê taybet ê qetilê çûn cihê bûyerê.

Salihî amaje bi wê yekê jî kir, ku di vê bûyerê de kesekî bi tepançê gulle li polîsên ku li ber avahiya Weqfa Şehîdan û kar û barên cangoriyan bi cih bû bûn, reşandin û di encamê de 4 polîs birîndar bûne.

Serdozgerê Tehranê diyar kir ku êrîşkar niha hatiye desteserkirin û got, vî mirovê sûcdar duh jî bi çekê 4 welatiyên bajarê Şehriarê kuştin û ji wir reviya bû.

Salihî diyar kir ku ji bo lêkolînkirina vê dozê fermanên pêwîst hatine dayîn û lêkolîn li ser vê bûyerê berdewam in.

Midûrê Emniyeta Paytextê Tûggeneral Husên Rehîmî beriya niha derbarê hûrgiliyên bûyerê gotibû, duh, Înê, li yek ji gundên bajarê Şehrîarê, di encama gullereşandinekê de 4 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn dest xwe ve, ev bûyer ket rojeva karê polîsan.

Serdar Rehîmî di berdewamiya axaftina xwe de got, lêkolînên destpêkê nîşan didin ku êrîşkar ji ber nakokiyên ser milk û erdê bi hin kesan re ev cinayet kiriye û ji cihê bûyerê reviye. Piştî vê bûyerê girtina kujer dest xwe ket rojeva karê polîs û nîşanên wî ji hemû navendên polîs û hêzên ewlehiyê re hatin ragihandin.

Serdar Rehîmî diyar kir: Ev kes îro danê sibê li nêzîkî kolana Filistînê hatiye dîtin û ji aliyê efserên amade li wê deverê hatiye naskirin û qatil dema ku ev efserana dîtin, bi tepançeyê li destê xwe ber bi wan gulle reşand û ew birîndar kirin.

Serepeyv