May 27, 2022 22:37 Asia/Tehran
  • Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî qala destdanîna ser du keştiyên neftê yên Yûnanê li avên Kendava Farsê kir

Beşa pêwendiyên gelemperî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî qala destdanîna ser 2 keştiyên neftê yên Yûnanê ji ber binpêkirinên pêkhatî li avên Kendava Farsê kir.

Beşa pêwendiyên gelemperî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi daxuyaniyekê ragihand: Hêza deryayî ya Sipahê rojan Înê 2 keştiyên neftê yên yûnanî ji ber binpêkirinên pêkhatî li avên Kendava Farsê desteser kirin.

Ev kiryara Îranê piştî hazirkirina kardarê balyozxaneya Yûnanê li Tehranê bo Wezareta karên derve û daxwaza ji vî welatî ji bo xwedûrkirin ji diziya deryayî pêk hat.

Yûnanê meha derbasbûyî dest danî ser keştiyeke bi alaya Îranê.

Reuters'ê îdia kiribû ku Yûnanê ev keştî radestî Amerîkayê kiriye.

Li pey destdanîna ser keştiya di bin alaya Komara Îslamî ya Îranê li avên Yûnanê, kardarê balyozxaneya Yûnanê li Tehranê bo Wezareta karên derve ya Îranê hat hazirkirin û nerazîtiya tund a dewleta Komara Îslamî ya Îranê jê ra hat ragihandin.

Her wiha roja Înê kardarê balyozxaneya Swîsê li Tehranê, di nebûna balyozê vî welatî hat hazirkirin û nîgeranî û nerazîtiya tund a Komara Îslamî ya Îranê derbarê dewama binpêkirina aşkira ya qanûn û rêzikên navneteweyî yên mafên deryayan û Konvansiyonên navneteweyî yên têkildar bi taybet esla azadiya keştîvaniyê û ticareta azad a navneteweyî ji aliyê dewleta Amerîkayê hat ragihandin û li ser azadkirina bilez a keştî û barê wê tekezî hat kirin.

 

Serepeyv