May 27, 2022 09:10 Asia/Tehran
  • Peyama sersaxiya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li pey bûyera diltezîn a Abadanê

Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi peyamekê ji ber candana hejmareke welatiyên îranî di bûyera diltezîn a ketina avahiyekê li bajarê Abadanê yê parêzgeha Xûzistanê li başûrê rojavayê Îranê sersaxî da.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di vê peyamê da tevî sersaxîdana bo musîbetdîtiyan ferman da berpirsan ku tevî lezandina ji bo kêmkirina hejmara goriyan, sebebkarên bûyerê bişopînin û cezaya ibretbar derheqê wan pêk bînin û pêşî li van bûyeran li welêt bê girtin.

Nivîsa peyam û destûra Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ku berêvara Pêncşemiyê di civîneke awarte bi amadebûna Serokê Komara Îslamî ya Îranê li ser mijara vekolandina raporên taximên şandî bo Abadanê û şopandina dawîn kiryarên pêkhatî hat xwendin, bi vî awayî ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bûyera diltezîn a Abadanê ji bilî hewcetiya bi lezgîniya tevgeriyanê û bikaranîna hemî dderfetan ji bo kêmkiirna goriyan ku aniha ewiliyeta yekem e, erka şopandina sebebkarên bûyerê û cezadana wan a ibretbar bi hevkariya saziya dadweriyê û hewildana berfireh ji bo pêşîgirtin li dubarebûna wê li seranserî welêt, li ser ustiyê me berpirsên welêt e. Ez pêwîst dizanim tevî sipasiya ji çalakiyên çendrojî yên berpirsên dewletê, daxwaza şopandin û cidîbûna tam di vî warî da bikim. Ez sersaxiyê didim musîbetdîtiyên bûyerê û ji bo wan daxwaza sebirê dikim.

Seyid Elî Xamineyî

Roja Duşemiyê hin beşên avahiya 10 qatî ya îdarî-ticarî ya Metropolê lio kolana Emîrî ya Abadanê hilweşiyan.

Di vê bûyerê da herî kêm 19 kes hatin kuştin û zêdetir 30 kes birîndar bûn.

Ji roja bûyerê va heta niha hêzên alîkarîgihan hema wisa mijûlî gihandina alîlkariyê ne da ku asêbûyiyên îhtimalî di bin kavilan da rizgar bikin.

 

 

Serepeyv