Xetîbzade: Hêzên Çekdar ên Îranê û Sipaha Qudsê bûne kabûsên komên terorîst ên li herêmê
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê û hêzên çekdar û qanûnî yên wê bi taybetî hêza Quds a Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî hertim kabûsên komên têrorîst û tundrew ên navçê bûne.
Wezareta Xezînedariya Amerîkayê roja Çarşemiyê navên çend kes û kompaniyên ku îdia dikin beşek in ji tora navneteweyî ya dahata hêza Quds a Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî û Hizbullahê, xiste lîsteya sizayan.
Di lîsteya ku li ser malpera Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê hatiye weşandin de 10 kes û 9 şîrket hene û kesên ku hatine cezakirin hemwelatiyên Tirkiye, Îran, Efganîstan û Rûsyayê ne. Şîrketên ku hatine cezakirin li Hong Kong, Lubnan, Çîn, Îran, Rûsya, Koreya Başûr û Îmaratê ne.
Wezareta Xezînedariya Amerîkayê di daxuyaniyekê de îdiayên bêbingeh anîne ziman û ragihand: “Îro Ofîsa kontrolkirina samanên derve ya Wezareta Xezîneyê, şebekeya qaçaxçîtiya petrolê û şûştina pereyan bi serpereştiya berpirsên Supaya Quds a Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî xistiye lîsteya sizayan; Wê şebekeyê firotina bi sedan milyon dolar petrola Îranê ji bo Supaya Quds û Hizbullahê hêsan kiriye.
Di vê derbarê de û li gor rapora ajansa nûçeyan a Fars News`ê, “Seîd Xetîbzade” berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, îro (Pêncşemê) bertek nîşanî dorpêçên nû yên Amerîkayê yên li dijî welatiyên Komara Îslamî ya Îranê da.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê û hêzên çekdar û qanûnî yên wê bi taybetî hêza Quds a Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî hertim kabûsên komên têrorîst û tundrew ên navçê bûne.
Xetîbzade her wiha got: Tiştekî xwezayî û normal e ku dewleta Amerîkayê wek maka van grûpên terorîstî ji ti hewlekê bo piştevanîkirina wan dev bernede. Çawa ku salên berê cezayên hovane û neqanûnî li dijî gelê Îranê û zarokên wan ên sipahî ferz kirin û di serdema Trump de bi tirsonekî general Qasim Silêmanî şehîd kirin.