May 26, 2022 21:08 Asia/Tehran
  • Şemxanî: Avakirina hikûmeteke berfireh li Efganîstanê şert e ji bo îstiqrara vî welatî

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Komara Islamî ya Îranê ku ji bo beşdariya rûniştina Diyaloga Ewlekariya Herêmî ya Çaremîn çûye Tacîkistanê li hevdîtina bi Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê serokwezîrê Hindistanê pêgirî kir: Pêkhatina hikûmeteke berfireh li Efxanistanê ji bo pêkanîna îstiqrar û aramiyê li vî welatî pêwîst e.

Li gorî rapora sekreteriya Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî, Elî Şemxanî di hevdîtina bi "Acît Duval" Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Serokwezîrê Hindistanê re got: Şêwir û hevkariya berdewam a welatên serbixwe ji bo lîstina roleke aktîv di pêkanîna peywendiyên nû li qada navneteweyî, pêwîstiyeke girîng e ku mirov nikare bi hêsanî jê derbas bibe.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî her wiha got: Pêşhatên Efxanistanê ji ber bandora wê ya rasterast li ser ewlehiya navçê yek ji mijarên sereke ye ku divê bi berdewamî di rojeva gotûbêjên herêmî de cih bigire.

Şemxanî diyar kir ku avakirina hikûmeteke berfireh û giştgir a bi beşdariya gişt hêz û pêkhateyên etnîkî û olî li vî welatî yek ji pêwîstiyên pêkhatina îstiqrara mayînde li Efxanistanê ye û got: Pêla berbelav a koçberiya welatiyên Efxanistanê bo Îranê nîşan dide ku ewlehiya derûnî ya pêwîst ji bo jiyana normal li vî welatî hîn pêk nehatiye.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî amaje bi rêkeftinên berê yên her du welatan bo şandina kelûpelên Hindistanê bo Efxanistanê bi rêya Îranê kir û got: Divê bi hewlên zêdetir astengiyên heyî bên rakirin.

Şemxanî amaje bi wê yekê kir: Her çend hevkariya her du welatan ji bo aktîvkirina bendera Çabeharê di asteke baş de ye, lê bilezkirina çalakiyên heyî dikare gihandina her du welatan bo bazarên Asyaya Navîn bibe guhertineke ber bi çav.

Şemxanî helwêstên hevpar ên Îran û Hindistanê li ser gelek mijarên navçeyî û navneteweyî wek derfeteke girîng ji bo pêşxistina peywendiyan di warên aborî û bazirganiyê de bi nav kir û got: Danûstandinên aborî yên Îran û Hindistanê di asoyeke 5 salî de dikare ji asta niha ku nayê qebûlkirin biguhere û bigihîne asta hêja ya 30 mîlyar dolar di salê de.

Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Serokwezîrê Hindistanê jî rewşa niha ya Efxanistanê bi taybetî berdewamiya çalakiyên terorîstî li vî welatî bi nîgeranî û fukar da zanîn û got: Grûpên terorîstî yên ku ewlehiya netewî ya Hindistanê tehdîd dikin heta niha jî li Efxanistanê hene û bi serbestî tevdigerin.
Acît Duval tekezî li ser aktîvkirina kapasîteyên aborî, bazirganî û transît di navbera Îran û Hindistanê de kir.

Serepeyv