May 26, 2022 09:02 Asia/Tehran
  • Şemxanî diçe Tacîkistanê

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Komara Îslamî ya Îranê ji bo beşdariya li civîna gotûbêjên ewlehiya navçeyî dê biçe Duşanbeya paytexta Tacîkistanê.

Çaremîn civîna diyaloga ewlekariya navçeyî dê sibê Îniyê li Duşanbeya paytexta Tacîkistanê were lidarxistin.

Di civîna ku wê ji welatên Îran, Rûsya, Çîn, Hindistan, Tacîkistan, Uzbekistan, Qirqîzistan, Tirkmenistan û Qazaxistanê sekreter, şêwirmend û nûnerên Ajansên Ewlehiya Neteweyî beşdar bibin, geşedanên li Efxanistanê tên gotûbêjkirin.

Li gor nûçeya Iran Press; Elî Şemxanî sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Komara Îslamî ya Îranê ji bilî beşdariya li vê civînê, dê bi awayekî cuda bi çend hevtayên xwe re bicive û mijarên dualî, navçeyî û navneteweyî gotûbêj bike.

Rêze civînên diyaloga ewlekariya navçeyî bi însiyatîfa Komara Îslamî ya Îranê di sala 2018`an de hatin lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye ku civîna yekem û duyemîn bi mazûvaniya Komara Îslamî ya Îranê li Têhranê û civîna sêyemîn jî bi mazûvaniya Hindistanê li Delhiya Nû hat lidarxistin.

Serepeyv