Amarên dawî yên Koronayê li Îranê
Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku 9 kesên din ji ber vîrûsa koronayê mirine.
Li gorî Navenda Peywendî û Ragihandina Giştî ya Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê îro şemê ragihand: Di 24 saetên dawî de 9 kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) canê xwe ji dest dane û hejmara miriyan gihêşt 141 hezar 271 kesan.
Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê her wiha ragihand: Li gorî pîvanên teqez ên teşhîsê, ji duh heta îro159 nexweşên nû bi vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) li vî welatî hatin tespîtkirin û bi vê yekê hejmara giştî ya nexweşan gihîşt 7 milyon û 229 hezar û 741 kesan.
Li gorî vê raporê, heta niha li Îranê 7 milyon û 32 hezar û 212 nexweş baş bûne yan jî ji nexweşxanên Îranê derketine.
Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de 33 hezar û 984 dozên vaksîna Koronayê li wî welatî hatiye derzîkirin.
Wezareta Tenduristiyê ragihand: Heya niha 64 milyon û 479 hezar û 119 kesan doza yekem, 57 milyon û 770 hezar û 615 kesan doza duyem û 27 milyon û 411 hezar û 771 kesan jî doza sêyem a vaksîna Koronayê wergirtine. Hejmara vaksînên ku li Îranê hatine derzîkirin heta niha gihîştiye 149 milyon û 661 hezar û 505 dozan.