May 21, 2022 22:31 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Em li dû dabînkirina mafê Îranê ya avê ji çemê Helmendê bi rêyên qanûnî ne

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê: "Em bi rêyên qanûnî mijara dabînkirina ava Îranê ji çemê Helmendê dişopînin da ku ava vî çemê sînorî ku mafê Îranê jê heye dewleta Efxanistan wê qebûl bike û ji riya qanûnî wî dabîn bike."

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade îro Şemiyê di çarçoveya serdana xwe ya ji Taybadê û li kêleka seredana sînorê Dogharûnê ji IRNAyê re axivî û got: Derbarê dabînkirina mafê Îranê yê avê ji Çemê Helmendê, Efxanistanê wezîfedar e wê dabîn bike û li ser vê yekê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, Komîserên Bilind ên Avê yên her du welatan bi hev re têkilî danîbûn.

Xetîbe Zade” her wiha got: dabînkirina mafê Îranê ji ava çemê Helmendê ku diviyabû bihata bidestxistin, heta îro nehatiye cîbicîkirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Li ser sînorê Dugharûnê binavahiyên baş hene ku pêvajoya derbasbûn, derkirîn û derfirotinê hêsan kiriye û em hêvîdar in ku li aliyê din ê sînor li Efganistanê jî bi heman şêweyê hêsankarî bên dabînkirin."

Xetîbzade bal kişande ser vê yekê: Mebest ji seredana dergehê navneteweyî yê Dugharûnê, naskirina vê navenda aborî ye û deverên curbicur ên sînorê Dugharonê cîrantiya baş a Komara Îslamî ya Îranê bi Efxanistanê re nîşan dide.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê bi serokatiya şandekê derbasî derbasgeha Navdewletî ya Dugharûn li ser sînorê Îran û Efxanistanê bû.

Serepeyv