May 19, 2022 23:10 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan di peywendiya telefonî de ligel Lavrov: Ger Amerîka bi aqilmendî tevbigere, rêkeftin ne dûr e

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li gotûbêja telefonî ya digel wezîrê karên derve yê Rûsyayê, pêgirî kir: Heke Amerîka bi aqilane tevbigere, lihevkirin ne dûr e.

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan îro (Pêncşemê) di pêwendiyeke telefonî de ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov derbarê danûstandinên Viyenê û Rêkeftina Navokî de got: "Ger Amerîka bi aqilane tevbigerin dê rêkeftina atomî pêk were."

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha got: "Em daxwaza însiyatîfa hemû aliyan li ser gotûbêjan dikin."

Emîr-Ebdullahiyan herwiha got: Tehran îradeyek cidî heye ku bigihe rêkeftineke baş, bihêz û mayînde û helbet bi berçavgirtina hêlên sor.

Wezîrê karên derve yê Îranê got: "Helwesta erênî ya Rûsyayê di piştgirîkirina peymana ku ji aliyê Îranê ve hatiye pesendkirin, cihê pesindayînê ye."

Wezîrê Derve yê Rûsyayê jî di vê pêwendiya telefonî de got: Piştgiriya Rûsyayê ji bo lihevkirinê berdewam e.

Lavrov her wiha got: Moskow ji bo cîbicîkirina berjewendî û daxwazên aliyên Îranî hewl dide bigihê rêkeftineke adilane.

Serepeyv