May 17, 2022 23:59 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Di diyaloga Îran û Siûdiyê de ti pêşketinek nû nîne

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê pêgirî kir: Tu pêşketineke nû li gotûbêjên Îran û Erebistanê çênebûye.

Heya niha çendîn qonaxên danûstandinên navbera Îran û Erebistana Siûdî li paytexta Iraqê Bexdayê birêve çûne û şêwirînên rayedarên her du welatan berdewam in.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade îro Sêşemê ji IRNAyê re got: "Ji gera dawî ya gotûbêjan heta niha ti pêşketinên nû çênebûne."

Xetîbzade li bara civîna muhtemel a wezîrên karên derve yên Îran û Erebistanê li Bexdayê jî got: Wek hemû gotûbêjên bi vî rengî, di civînê de çendîn mijar hatin behskirin ku ji wan jî awayê berdewamiya gotûbêjan û asta şopandina wan gotûbêjan ku li ser tê kirin di rojeva pêşerojê de ne."

Serepeyv