May 17, 2022 14:15 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Divê NATO bizane ku rêya rûbirûbûnê, dawiyeke xwe ya xweş tine

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê amaje bi kiryar û siyasetên Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) kir û got: NATO divê bizane ku rêya rûbirûbûnê dawiya xwe ya xweş tine.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade di hevpeyvînekê de ligel ajansa Sputnik a Rûsî ragihand, koka bûyerên niha berfirehbûna NATOyê ye û paşguhkirina kêşeyên ewlekarî û siyasî yên welatên din e.

Xetîbzade diyar kir ku Tehran hemû hewlên xwe dide ji bo pêkanîna aştiyê di navbera Moskow û Kiyevê de, di vê derbarê de Îranê dil heye ku dewreke nû ya hewlên navbeynkariyê di navbera Rûsya û Ukraynayê de destpê bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê amaje bi peywendiyên Îran û Rûsyayê jî kir û got: Têkiliyên Têhran û Moskowê stratejîk in û em rê nadin ti pirsgirêk van peywendiyan têk bibe.

Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) di sala 1940an de li Waşîngtonê bi armanca berevaniya kolektîf hat damezrandin û niha Amerîka û gelek welatên ewropî û cîran endamên wê ne.

Serepeyv