Serokomarê Îranê: Destwerdanên welatên biyanî zirarê dide ewlehiya navçê
Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Her destêwerdaneka biyanî zerarê dide ewlehiya navçê.
Li gorî rapora IRNA`yê, serokê Komara Islamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî li civîna çapemenîyê ya hevpar digel Emîrê Qeterê Temîm Bin Hemed Al Sanî amaje bi mijarên navçê kir û got: Destwerdana welatên biyanî û rojavayî li herêm ewlekarî çênake.”
Serokê Komara Islamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku Têhran û Duhayê li ser çareserkirina pirsgirêkên navçeyî xwedî nêrînên hevpar in, got: Divê di zûtirîn dem de dorpêça Yemenê were şikandin û gelê vî welatî ji bo welatê xwe biryarê bidin.
Reîsî got: "Divê gelê Efganîstanê jî li welatê xwe xwedî hikûmeteke berfireh û giştgir bebe ku bikaribe hemû komên siyasî û hemû etnêkên tê de cih bigire û ewlekariya mayînde li vî welatî pêk bîne."
Serokê Komara Islamî ya Îranê li bara Filistînê jî got: Divê dorpêça zîvala Gezeyê bê şikandin û cinayetên hovane yên Rejîma Siyonîst bi dawî bibin.
Reîsî bi boneya şehîdbûna “Şîrîn Ebû Aqile” rojnamevana filistînî ku duh bi gulleya leşkerên Îsraîlê şehd bû, sersaxî xwest û tekez kir: Ev cinayet bi tu awayî nikare bibe sebeba ewlekariyê ji bo Rejîma Siyonîst, lê cinayetên wiha dê kîn û nefreta raya giştî ji cinayetên Rêjîma Siyonîst zêdetir bike.
Temîm Bin Hemed Al Sanî her wiha got: Tekane riya çareserkirina nakokiyên li navçê diyaloga avaker e û bi Serokomarê Îranê re li ser Filistîn, Sûriye, Iraq û Yemenê gotûbêj kiriye.
Emîrê Qeterê tekez kir: Pêwendiyên Îran û Qeterê bi hêz û li ser bingeha hesta cîrantiyê ye û serdana vê dawiyê ya serokomarê Îranê bo Qeterê pêngavek ji bo bihêzkirina zêdetir peywendiyên her du welatan e.
Emîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî îro (Pêncşemî) di serokatiya şandeke pilebilind a siyasî û aborî de ji bo hevdîtina bi rayedarên payebilind ên Komara Îslamî ya Îranê re gihîşt Têhranê.