Emîr-Ebdullahiyan: Em ji desteya rêveberiya Efxanistanê ya derbarê Helmandê ne razîne
Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê li bara nakokiyên Îranê û desteya rêveber a Efxanistanê li bara mafê avê yê Îranê ji çemê Helmendê, destnîşan kir: Em ji kiryara desteya desthilatdar a Efxanistanê li bara çemê Helmend ne razîne.
Bendava Kamal Xan dikeve ser çemê Helmend ku 18 kîlometran dûrî başûrê bajarê Zarancê, navenda parêzgeha Nimrozê li başûrê rojavayê Afganistanê ye.
Peymana ava çemê Helmendê di sala 1972`an de di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Efxanistanê de hatiye îmzekirin û li gorî wê, salane 850 milyon metre sêca (Kûp) ava Helmendê aîdê Îranê ye.
Li gorî rapora ISNA`yê, “Hisên Emîr-Ebdullahiyan” wezîrê karên derve yê Îranê li civîna giştî ya îro (sêşemê) ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê got: Di mijara Helmandê de em ji desteya rêveberiya Efganîstanê ne razîne, loma di gotûbêjên me bi wekîlê wezareta derve yê Koma Talibanê re me çend caran tekez li ser wê yekê kiriye ku mafê Komara Îslamî ya Îranê derbarê ava çemê Helmendê divê were parastin.
Emîr-Ebdullahiyan amaje bi civîna komisyarê sînorî yê Îran û Efxanistanê jî kir û got: Ev civîn berî niha di dema serpereştiya desteya rêveberiya demkî ya Efxanistanê de hat lidarxistin û di dawiyê de beşek ji ava bendava Kemal Xan hat berdan.
Wezîrê karên derve got: Tevî astengiyên ku hakimên niha yên Efxanistanê çêkirine, Komara Îslamî ya Îranê ji bo mafê xwe gelek hewldan kirine.
Emîr-Ebdullahiyan herwiha got: Dema ava Bendava Kemal Xan tije bû me daxwaza vekirina bendavê kir. lê belê koma deshilatdar a Talibanê diyar kir ji ber ku çemê ku ev bendavê li ser e nehatiye paqijkirin, eger av were berdan dê ew vegere û turbînên di ser riya xwe de têk bibe.
Li gorî Wezîrê Derve: Di vî warî de me amadebûna xwe ji bo cîbicîkirina vî karî û paqijkirina çem ragihand, lê aliyê Efxanistanê nerazîbûn nîşan da.