Vekirina pêşangeha navnetewî ya pirtûkan a Tehranê bi amadebûna Serokomar; vê berêvarê
33yemîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Tehranê berêvariya îro (Sêşemê) bi amadebûna Serokê Komara Îslamî ya Îranê dest pê dike.
Li gorî rapora IRNA`yê, merasima vekirina 33`yemîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Têhranê bi amadebûna Seyd Îbrahîm Reîsî serokê Komara Îslamî ya Îranê li nimêjgeha mezin a Îmam Xumeynî (re) ya Têhranê tê lidarxistin.
Ji bilî serokê Komara Îslamî ya Îranê, "Mihemed Mehdî Îsmaîlî" Wezîrê Çand û Îrşada Îslamî û "Yasir Ehmedwend" alîkarê wezîrê rewşenbîrî û berpirsê pêşangehê jî dê li merasima vekirina 33emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî li Tehranê beşdar bibin.
33yemîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Tehranê ji 11 heya 21 Gulanê li du beşên fîzîkî anku amadbûnêa rastîn li nimêjgeha mezin a Îmam Xumeynî (re) û virtual di sîstemê de tê lidarxistin.